Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di encama êrîşa PKKiyan de cerdevanek mir, leşkerek û cerdevanek jî birîndar bû.
Walîtiya Colemêrgê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku li gundê Guzelkonakê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dema ku hêzên ewlekariyê li ser rê tedbîr digirtin, teqemeniya ku PKKiyan bi cî kiribû teqiya. Di encama êrîşê de cerdevanek miriiye, leşkerek û cerdevanek jî birîndar bûne.
Birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û li vir tên dermankirin. (NV/FD)