Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Colemêrgê aşkere kiriye ku 2 cihên di navbera navenda bajêr, navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê de weke “herêmên taybet ên ewlekariyê” hatine diyarkirin.
Biryar heta 22yê Kanûna Pêşiyê wê pêk were.
Walîtiyê di malpera xwe ya fermî de aşkere kiriye ku “welatî ji ber êrîşên terorê nikarin kar û barên xwe yên civakî û ekonomîk bikin û ji mafên xwe yên gerê bêpar dimînin.”
Walîtiyê di daxuyaniyê de wiha berdewam kiriye:
“Di çarçoveya ewlekariyê de 2 cihên di nava sînorên navenda bajêr û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê de ji 18ê Kanûna Pêşiyê saet 00.00ê heta 22yê Kanûna Pêşiyê saet 23.59 deqîqeyan weke herêmên taybet ên ewlekariyê hatine diyarkirin, ketin û derketina bêdestûr a van herêman li welatiyan hatiye qedexekirin.” (TP/FD)