Li Colemêrgê çûn û hatina 11 herêman ji bo 14 rojan hatiye qedexekirin.
Walitiya Colemêrgê, 11 herêmên serbi navenda bajêr û navçeyan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” îlan kiriye û ji bo 14 rojan çûn û hatina wan herêman qedexe kiriye. Navên herêmên ku walitiyê qedexekirine wiha ne:
“ Herêmên Çiyayê Reş, Çemê Ezo (Cîlo), Talê, Gipêr, Rûmtik, Qewalê û Kelêtan ên Colemêrgê, Herêmên gundên Aşût û Bêzelê, Mêrgan, Çiyayê Kurmanc, Çiyayê Katûne, gundê Gûzereş, Deşta Xanê, Gundê Kotranis û Qesran ên navçeya Çelê, Herêma Rojavayê bakur a navçeya Şemzînanê û Herêmên Sînawa, Garê û Sat ên navçeya Geverê.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê çavkaniyên herêmî diyar kirine ku wê bi qedexeyê re operasyona leşkerî dest pê bike.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê