Li Colemêrg û Êlihê ji ber barîna berfê rêya 63 gund û mezrayan hatine girtin.
Colemêrg
Li Colemêrgê û navçeyên wê du roj in berf dibare û bandora xwe didomîne. Bi barîna berfê re li Colemêrgê rêya 6 gund û 33 mezrayan ji çûnehatinê re hatiye girtin. Tîmên Îdareya Tabyet a Bajêr û Rêya Bejahiyê ragihandin ku li navenda Colemêrgê rêya gundekî û mezrayekê, li navçeya Şemzanînê rêya 3 gund û 24 mezrayan, li navçeya Geverê jî rêya 2 gund û 8 mezrayan li çûnehatê hatiye girtin û ji bo paqijkirina rêyan xebat dane destpêkirin.
Êlih
Li bajarê Êlihê jî ji ber barîna berfa zêde rêya 24 gund û mezrayan hatiye girtin.
Li gor agahiyên ku Rêveberiya Taybet a Êlihê belav kirine, ji ber berfa ku ev du rojin dibare rêya 24 gund û mezrayan li Êlihê hatiye girtin.
Ji gundên rêya wan hatine girtin, 21 gund ser bi navçeya Qabilcewz (Sason)ê û 3 gund jî ser bi navçeya Hezo ve ne.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê