Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Colemêg û Sêrtê 2 polês û 3 leşker jiyana xwe ji dest dan.
Li Sêrtê 3 leşker canê xwe ji dest dan
Li Sêrtê teqmeniya ku li ser rê hatibû bicihkirin, dema wesayîta leşkeran derbas dibû hat teqandin û di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya TSKyê êrişa bombeyî duh êvarê li ser riya Sêrt-Okçularê ji hêla hêzên PKKê ve hatiye kirin.
Li Colemêrgê 2 polês canê xwe ji dest dan
Li navenda Colemêrgê ji hêla hêzên PKKê ve bi wesayîta bombebarkirî êrişeke pêk hat û di encamê de 2 polês canê xwe ji dest dan, 11 polês, leşkerekî û 34 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê dayî de hat rarihandin ku êriş duh saet 22:30an de ji hêla hêzên PKKê ve li dijî Navenda Kontrola Polêsan ya Depinê hatiye kirin. Walîtiyê got ku di encama wê êrişa ku bi wesayîta Toyota Hiluxê bombelêbarkirî de 2 polês canê xwe ji dest dan, 11 polês, leşkerekî û 34 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.
(ÇT/YO)