Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber ku di dema qedexeya derketina derve de birîndar derman kirine, lêpirsînname ji bo wezîfedarên tenduristiyê hatiye amadekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Cizîrê lêpirsînname amade kiriye û di encama de polîsan bi ser hin navnîşanan de girtiye. Doktor N. S û wezîfedarên tenduristiyê Ş. E., A.K., û A. T. hatine desteserkirin ku di nexweşxaneyeke taybet de kar dikin.
Her çar kes bi wî tiştî tên tohmetkirin ku di dema qedexeyan de hin kes hatine nexwexşaneyê û hatiye îdiakirin ku ev PKKyî bûne û ew derman kirine.
Jêpirsîna wezîfedarên tenduristiyê berdewam dike. (RT/FD)
Fotoğraf: Fatih Pınar (Arşiv)