Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Şirnexê duh bi şev cerdevanê bi navê Mûstafa Erdem hatiye kuştin.
Bûyer li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê pêk hatiye. Cesedê Erdemî di erebeya wî de hatiye dîtin.
Li gorî nûçeya MAyê, Erdem bi kêran hatiye kuştin û cesedê wî birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Dozgeriyê lêpirsîn derbarê bûyerê de hatiye vekirin. (AS/FD)