Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber Projeya Madena Zêran a Kîrazliyê li Çiyayên Qazan (Kaz Dağları) bi hezaran dar hatine birîn. Piştî dîmenên birîna daran li ser medyaya civakî belav bûye, gele herêmê û jîngehparêzan dest bi “nobeta avê” kirine.
Ji bo çalakiya nobetê li ser medyaya civakî bang hatiye kirin ku çalakî li nêzîkî xebata lêgerîna madenê ya li Kaniya Balabanê ya Gundê Kîrazliyê ye.
Şaredariya Çanakkaleyê aşkere kiriye ku ew ê alîkariya nobedaran bikin.
Midûriyeta Giştî ya Daristanan a bi ser Wezareta Daristanan û Çandiniyê ve di daxuyaniya xwe de gotiye 13 hezar û 400 hezar dar hatine birîn.
Midûriyetê gotiye ew îdia ne rast in ku dibêjin “Çiyayên Qazan tê tunekirin” û hatiye diyarkirin ku qada madenê 40 kîlometre dûrî Çîyayên Qazan e.
Stranbêj Gokhan Ozogûzî li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye “Divê li ti deverên welêt em destûrê nedin wan karan ku nêzîkî jîngehên mirovan in û sîstema ekolojîk a xwezayê têk dibe. Xweza ya me hemûyan e.”
Lîstikvan Şahan Gokbakarî jî li ser hesabê xwe yê Instagramê bertek nîşanî daxuyaniya Wezareta Çandiniyê û Daristanan daye û gotiye “Ma em tiredîn in.” (HA/FD)