Li Çiyayê Esenceyê ango Çiyayê Keşeyan ê Erzincanê berf bariyaye. Esence çiyayê herî bilind ê Erzînganê ye.
Li navçeya Uzumluyê ji ber serma zêde di saetên şevê de li lûtkeya Çiyayê Esenceyê ango Çiyayê Keşeyan berf bariyaye. Bilindahiya Çiyayê Keşeyan 3 hezar û 549 metre ye û çiyayê herî bilind ê Erzinganê ye.
Ji welatiyan Muhsîn Başgolî gotiye ku serê girê çiyê spî bûye ku gir ji navenda navçeyê xuya dike. Başgolî wiha berdewam kiriye: "Duh bi şev baran barî, hewa gelek sar bû. Em sibetirê rabûn û me dît ku li ser Çiyayê Esenceyê berf bariye. Di meha Îlonê da berf barî û hewa pir sar bû. Înşeallah hewa wê wiha neçe. Heke hewa wiha sar bibe wê zirarê bide tiriyan." (FD)
* Çavkanî û Fotograf: AA