Fotograf: AA
Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba koronovîrusa nû (Kovîd-19) mirine derket 2 hezar û 594an.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, li welêt di 24 saetên dawîn da 150 kes ji ber şewbê mirin, di 409 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin.
Bi van kesên dawîn va li welêt bi tevahî 2 hezar û 594 kes mirin, ji van 2 kes ji Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ne. Jimara kesên ku vîrus kişiyanê jî derket 77 hezar û 150î.
Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus kişiyabin wan jî daket 3 hezar û 434 kesan, kesên ku di binê mişahedeyê da ne jî wek 97 hezar û 481 kes hatin eşkerekirin.
Kesên ku vîrus di wan da hat dîtin, qenc bûn û şandin malên wan jî derket 24 hezar û 734 kesan.
Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 74an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 kesan hat eşkerekirin.
Kovîd-19 cara ewil li Wuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.
Li Îranê jimara miriyan derketiye 12an
Berpirsê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanûş Cîhanpur diyar kir, li welêt jimara kesên ku ji koronavîrusa nû (Kovîd-19) mirin, derket 12an.
Cîhanpur daxuyanî da têlevîzyona dewletê ya Îranê û diyar kir ku li welêt di 15 kesên din da jî koronavîrus hat tesbîtkirin, jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 8an.
Cîhanpur diyar kir, ji 15 kesên ku vîrus di wan da hatin tesbîtkirin, 7 jê li Qûmê, 4 jê li Tehranê, 2 jê li Gilanê, yek li Merkeziyê û yek jî li eyaleta Mazenderanê ye.
Li dinyayê jimara nexweşan gihîştiye nêzî 79 hezaran
Koronavîrusa nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket, li tevahiya dinyayê kişiya nêzî 79 hezar kesan.
Li Çînê 2 hezar û 442 kes, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê 2 kes ji ber şewbê mirin.
Kovîd-19 pekiya welatên din jî û bû sedema mirinan. Li Îranê 6, li Japonyayê 3, li Koreya Başûr 4, li Îtalyayê 2, li Tayvan, Filîpîn û Fransayê jî her welatekî kesek ji ber Kovîd-19ê mirin.
Li tevahiya dinyayê vîrus kişiya nêzî 79 heza kesan. Li Çînê kişiya 76 hezar û 936 kesan, li Hong Konga Herêma Îdarî ya Taybet kişiya 69 kesan, li Makauya Herêma Îdarî ya Taybet kişiya 10 kesan. Li Tayvanê jî di 26 kesan da vîrus hat tesbîtkirin.
Li gor daneyên saziyên tenduristiyê û çapemeniya welatên ku koronavîrusa nû lê hatine tesbîtkirin, jimara kesên ku vîrus kişiyane wan wiha ne:
"Japonya 769, Koreya Başûr 556, Sîngapur 89, Tayland 35, Malezya 22, Awustralya 23, Vîetnam 16, Almanya 16, Amerîka 35, Fransa 12, Îngiltere 9, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî 11, Kanada 9, Îran 28, Îtalya 79, Hindistan 3, Filipîn 3, Rûsya 2, Spaniya 2, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swêd 1, Fînlandiya 1, Misir 1, Lubnan 1, Îsraîl 1."
Tirkiyeyê ji ber Vîrusê derîyên bi Îranê re girtiye
Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronaya li Îranê belav bûye, 4 derîyên sînor yên bi wî welatî re bi awayekî demkî girtiye.
Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê Fahrettîn Koca da zanîn ku wan li ser fermana Serokomar Recep Tayîp Erdogan derîyên bi Îranê re girtine.
Koca dîyar kir ku rêka erdê û rêka xeta trenê ya bi Îranê re hatine girtin û hemî firînên navneteweyî jî hatine girtin. Wî got ku çûyînên ji Tirkîyê ber bi Îranê ve dê bidomin, lê hatinên ji Îranê dê rawestin.
Der barê nexweşên li Wanê yên ji wan diketin şikê ku şewba koronayê bi wan ra heye da jî Koca wiha agahî da: "Li Wanê 5 kesên nîşaneyên serma girtinê bi wan ra hebûn dihatin raçavkirin. Encamên wan jî ji hêla vîrusa koronayê va negatîf derket."
Wezîr Koca daxuyand ku di erdheja li ser sînorê Tirkiye-Îranê çêbû da jî 9 welatî mirin û 50 kes jî birîndar bûn. (FD)
Çavkanî: AA, dengê amerîka