Li eyaleta Guangdonga Çînê hejmara kesên ku di lehiyê de mirine derket 47an.
Li gor nûçeya AAyê ji ber zêdebûna ava çemê Songyuenê ku li bajarê Meycouya eyaleta Guangdongê ye lehî rabûye û di encamê de li navçeya Pingyuenê 38 kes mirine. Bi vî awayî hejmara kesên ku li Meycouyê di lehiyê de mirine derket 47an. Beriya niha hatibû ragihandin ku li navçeya Meyşîanê 4, li navçeya Ciaolingê jî 5 kes mirin.
Zeviyên çandiniyê di bin avê de man
Di nava hefteyê de ji ber barana zêde, lehî û şimitîna axê li welêt xisareke mezin a madî çêbû. Bi sedan pire hatin rûxandin, 365 kîlometre rê xisar dîtin, gelek hektar zeviyên çandiniyê di bin avê de man.
Hefteya borî li eyaletên Fucien û Guicou û Herêma Xweser a Guangxi Cuang ku li başûrê Çînê ne ji ber barana zêde lehî rabûn.
(AS/AY)