Li gor agahiyên destpêkê di erdheja bi pileya 6,2an ya ku li eyaleta Gansu ya bakurê rojavayê Çînê pêk hat de 118 kes mirin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê ku ji ajansa nûçeyan a Çînê Xinhuayê wergirtiye erdhejek bi pileya 6,2an pêk hat û navenda erdhejê Cîşîşan Baoan Donxiang û Herêma Xweser a Salarê ye.
Li gor daneyên destpêkê di erdheja eyaleta Gansuyê de 105 kes û li eyaleta Qinghaiyê jî 13 kes mirin.
Di erdheja ku li herêmeke nêzî sînorê her du eyaletan pêk hat de li Gansûyê 96, li Çinhayê jî 124 kes birîndar bûn. Her wiha şebekeyên av û elektrîkê, binesaziya veguhestinê û torên ragihandinê zirar dîtine.
Hatibû ragihandin ku di erdheja bi pileya 6,8an a ku di Îlona 2022an da li eyaleta Sîçuanayê ku li başûrê herêmêyê pêk hat de herî kêm 93 kes miribûn.
Di erdheja bi pileya 7,9an ku di sala 2008an de li eyaleta Siçuanê pêk hatibû de jî nêzî 90 hezar kes miribûn.
(Mİ/AY)