Fotograf: AA
Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronaya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirine derket 564an, hejmara kesên ku vîrus li wan peyda bûye jî derket 28 hezar û 18an.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), 563 jê li axa sereke ya Çînê, yek jê jî li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê, hejmara kesên ku ji ber 2019-nCoVê mirin, derket 564an.
Hejmara kesên ku vîrus lê peyda bûye derketiye 28 hezar û 18an. Herwiha hejmara kesên ku guman heye vîrus gihîştibê derketiye 24 hezar û 702yan, hejmara kesên ku hildane kontrolê derketiye 186 hezar û 354an.
Dîsa ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara enfekteyan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 21an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî derket 10an. Dîsa hejmara nexweşên ku heta niha tabûrcî bûn jî derket 1153yan.
Di 24 saetên dawîn da 65 qurbanî
Herwisa NHCyê ragihandiye ku di 24 saetên dawîn da ji ber şewbê 73 kes mirin, 3 hezar û 694 jî weqiayên nû hatin tesbîtkirin.
Vîrusa koronaya nû
Vîrusa koronaya nû cara ewil li bajarê Vuhanê yê eyaleta Hubeyê 12ê berfanbarê hatibû tesbîtkirin. Komîsyona Tenduristiyê ya Şaredariya Vuhanê, 31 adarê daxuyandibû ku di 27 kesên din da jî ku çûbûn Bazara Berhemên Deryayê Hunananê nexweşiyeke "veşartî" hat dîtin û bazar girtibû.
Vîrus di kurtedemekê da ji Vuhanê belayî bajar û eyaletên din bûbû û ji ber vê çendê jî ji 22yê rêbendanê vir va Vuhan di serî da li çi mezin çi piçûk li 17 bajarên girêdayî eyaleta Hubeyê veguhestina komî hatibû rawestandin. Nifûsa bajaran bi tevahî digihîje 50 milyonî.
Ji ber şewbê gelek şîrketên rêhewayê seferên Çînê rawestandibûn. Heta roja îro ji xeynî Çînê li Fîlîpînan jî kesek ji ber vîrusa koronayê miribû. (FD)