Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin derket 491an, hejmara kesên ku vîrus li wan geriya jî derket 24 hezar û 324an.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), 490 jê li axa sereke ya Çînê, 1 jê jî li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê, hejmara kesên ku ji ber 2019-nCoVê mirin, derket 491ê.
Bi vî va hejmara kesên ku vîrus lê geriyaye derket 24 hezar û 324an. Herwiha hejmara kesên ku guman heye vîrus gihîştibê derket 23 hezar û 260an, hejmara kesên ku hildan muşahedeyê jî derket 185 hezar û 555an.
Dîsa ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara enfekteyan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 18an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî derket 10an.
Di 24 saetên dawîn da 65 qurbanî
Herwisa NHCyê ragihand ku di 24 saetên dawîn da ji ber şewbê 65 kes mirin, ji 3 hezarî zêdetir weqiayên nû hatin tesbîtkirin. Dîsa hat destnîşankirin ku ji van weqiayan jê rewşa 431an giran e. (FD)