Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hewildana Ji bo Zarokan Aştiya Demildest eşkere kir ku ji 5ê Hezîrana 2015ê ve 136 zarok li cihên şer lê heyîn mirine. Ya kêm 50 ji wan bi êrîşên bi bombeyan li Enqere, Stenbol,Wan, Elezîz, Pirsûs, Mêrdîn, Amed û Dîlokê hatine kuştin.
Bi tenê di meha paşiyê de ya kêm 37 zarok mirine.
Hewildana Ji bo Zarokan Aştiya Demildest ji 135 saziyên civakî pêk tê. Hewildanê dîyar kiriye ku di 21ê Tebaxê de di êrîşa li Dîlokê de ya kêm 33 zarok hatine kuştin.
Hewildanê da zanîn:
‘’Em mirovên mezin; hinek ji me dibin sebeb, hinek ji me nikarin [kuştinan] asteng bikin û hinek ji me jî nikarin asteng bikin. Divê em bibînin ku em hatine asteka hovane û divê em bihizirin ka em dikarin çi bikin. ‘’(NV/MB)