Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sadî Guven, Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) li ber avahiya Navenda Giştî ya saziyê ya li Enqereyê ji rojnamegeran re axivî ye. Guvenî ji bo ji nû ve jimartina dengan a duh bi şev dest pê kiribû wiha gotiye: Ne cara pêşiyê ye ku deng ji nû ve tên jimartin. Jimartina dengên piştî îtirazkirinê dest pê kiriye wê neyê sekinandin. Jimartin wê berdewam bike”.
Guvenî gotiye li cihên ku îtiraz li encaman nehatiye kirin mezbate hatine dayîn.
Li Stenbolê li heft navçeyan ji nû ve tên jimartin
Li ser daxwaza Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) lijneyên hilbijartinê yên heft navçeyan biryar girtibûn ku deng ji nû ve werin jimartin. Piştî vê biryarê li navçeya Şîle, Bayrampaşa, Ataşehîr, Umraniye, Beykoz, Fatîh û Gazîosmanpaşayê deng ji nû ve hatibûn jimartin. Li ser daxwaza Partiya Gel a Komarî (CHP) lijneya hilbijartinê ya Stenbolê biryara ji nû ve jimartina dengan betal kiribû. Lê YSKyê biryara lijneya hilbijartinê ya Stenbolê sekinandiye û gotiye ku wê deng careke din werin jimartin.
Foto: Emîn Sansar/AA