ÇALAKIYÊN 1Ê GULANÊ
Li Cîhangîra Stenbolê 4 xwendekar hatin desteserkirin
Endamên koma bi navê Öğrenci Faaliyeti, xwestin biçin Qada Taksîmê lê polîsan midaxele li wan kir. Çar xwendekar hatin desteserkirin.
![Li Cîhangîra Stenbolê 4 xwendekar hatin desteserkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/208/033/original/cihangir.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endamên koma bi navê Öğrenci Faaliyeti (Xebata Xwendekaran), xwestin biçin Qada Taksîmê û li vir 1ê Gulanê, Cejna Kedkaran pîroz bikin, lê polîsan li Cîhangîrê midaxele li wan kir.
Çar endamên komê saet li derdora 13.00ê ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin.
(AO/FD)
Vîdeo û foto: Ferid Demirel û Ayşegül Özbek