Fotograf: AA
Vîrusa koronaya nû (Kovid-19) li tevahiya dinyayê ls 82 hezar û 100 kesî peyda bûye.
Ji ber şewbê li ser hev 2 hezar û 801 kes mirine. Li Çînê 2 hezar û 744 kes, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê 2 kes ji ber şewbê mirine.
Kovid-19 li hin welatên din jî peyda bûye û bûye sedema mirinan. Li Îranê 19, li Japonyayê 7, li Koreya Başûr 13, li Îtalyayê 12, li Fransayê 2, li Taywan û Fîlîpînan her yek kesek ji ber Kovid-19ê mirine.
Li tevahiya cihanê jimara kesên ku vîrus li wan peyda bûye ji 82 hezarî derbas bûye. Li Çînê 78 hezar û 497 kes, li Hong Konga Herêma Îdarî ya Taybet 91 kes, li Makauya Herêma Îdarî ya Taybet 10 kes, li Tayvanê jî 32 kes bi vîrusê ketine.
Li gor daneyên saziyên tenduristiyê û çapemeniya welatên ku vîrusa koronaya nû lê hatine tesbîtkirin, jimara kesên ku bi nexweşiyê ketine wiha ne:
Koreya Başûr 1595, Japonya 894, Îtalya 447, Îran 139, Sîngapur 93, Amerîka 60, Tayland 40, Behreyn 33, Kuweyt 26, Awustralya 23, Malezya 22, Almanya 21, Vîetnam 16, Fransa 17, Îngiltere 13, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebi 13, Îspanya 12, Kanada 12, Iraq 5, Rûsya 5, Uman 4, Hindistan 3, Filipîn 3, Xirvatistan 3, Îsraîl 2, Awisturya 2, Pakistan 2, Libnan 2, Swêd 2, Finlandiya 2, Cezayîr 1, Nepal 1, Sri Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swîsre 1, Misir 1, Aganistan 1, Yewnanistan 1, Brezilya 1, Gurcistan 1, Makedonyaya Bakur 1, Romanya 1, Norwêc 1 |
Li Çînê 2 hezar û 746 kes ji ber vîrusê mirine
Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronaya nû (Kovid-19) mirine derket 2 hezar û 746an.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 29 kes ji ber şewbê mirine, vîrus li 433 kesên din peyda bûye.
26 kes li eyaleta Hubeyê mirine, li eyaletên Heylongciang, Haynanê û li Pekîna paytext jî her yekî kesek miriye.
Bi van kesên dawîn re li welêt bi tevahî 2 hezar û 746 kes mirine, ji van 2 kes ji Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ne. Jimara kesên ku vîrus li wan peyda bûye jî derketiye 78 hezar û 497an.
Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus li wan peyda bûbe daketiye 2 hezar û 358 kesan, jimara kesên ku di binê kontrolê de ne daketiye 71 hezar û 572 kesan.
Kesên ku vîrus li wan peyda bûye, lê piştî dermankirinê baş bûne qenc bûna û ew şandin malên wan jî derketiye 32 hezar û 495 kesan.
Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 91an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 kesan hat eşkerekirin.
Erebistana Siûdî serdanên umreyê daye sekinandin
Erebistana Siûdiyê diyar kiriye ku ji ber vîrusa koronaya nû (Kovid-19) serdanên umre û Mescîda Nebewiyî berwext dane sekinandin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdiyê deku SPAya ajansa fermî ragihandiye, hatiye destnîşankirin ku saziyên tenduristiyê yên pispor ên li welêt geşedanên li ser Kovid-19ê ji nêz va dişopînin.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku ew ê piştgiriyê bidin hewla Rêxistina Tenduristiya Dinyayê û rêxistinên navneteweyî yên ji bo pêşîlêbirîna vê vîrusê û wiha hatiye gotin: "Li ser pêşniyaza otorîteyên tenduristiyê û di çarçoveya tevdîrên parastinê yên ji bo pêşîlêbirîna belavbûna vîrusê de ji bo demekê hatin û çûyîna Erebistana Siûdî ya ji bo umre û serdana Mescida Nebewiyî hat sekiandin."
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku vîzeya tûrîstên tên Erebistana Siûdî, ziyareta welatên Konseya Hevkariya Kendavê û bikaranîna nasnameya neteweyî hatiye sekinandin.
Li Bexdayê jî li kesekî vîrusa koronayê peyda bûye
Wezareta Tenduristî û Jîngehê ya Iraqê ragihandiye, gencekî Îranî piştî serdana nexweşxaneyê kiriye û piştî pişknînê, derketiye ku hilgirê vîrusa koronayê ye û niha di bin çavdêriyê de ye.
Wezaretê diyar kiriye, wî gencî serdana Îranê kiribû û ji wir çûbû Tirkiyeyê û ji Tirkiyê vegeriyaye Iraqê.
Wezarete tekez kiriye ku, niha ew genc di odeya taybet a çavdêriya tenduristiyê de ye û rewşa wî ya tenduristî jî cîgir e.
Ev 6emîn haleta tûşbûna vîrusa koronaya li Iraqê û ya yekem li Bexdayê tê tomarkirin e, pêştir haletek li Necefê û 4 haletên ji yek malbatê li Kerkûkê û hatibûn tomarkirin, ku ew jî ji Îranê vegeriyabûn, niha ew jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Li tevahiya Iraqê dibistan 10 rojan hatine betalkirin
Li Iraqê ji bo pêşîlêgirtina cura nû ya vîrusa koronaya na (Kovid-19) ji bo saziyên perwerdeyê 10 roj tatîl hat îlankirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tora Rêveberiya Qeyranê ya girêdayî hikûmeta Iraqê de hat destnîşankirin ku ji ber koronavîrusê liseranserê welêt tevî zanîngehan li hemî saziyên perwerde û xwendinê 10 roj kirine tatîl.
Herwiha biryar hat dayîn ku sînema, qehwexane, cihên şahiyan û mekanên din ên çalakiyên civakî ji 27ê sibatê pê ve heta 7ê adarê bên asêkirin.
Ji aliyekî din ve jî hat qedexekirin ku Iraqî biçin welatên weke Çîn, Îran, Japonya, Koreya Başûr, Tayland, Singapur, Îtalya, Kuwêt û Behreynê lê heyetên dîplomatîk ji vê wedexê îstîsna hatin girtin.
Li gorî biryara Tora Rêveberiya Qeyranê dê îzin ji bo hatinên ji Behreyn û Kuwêtê bo Iraqê neyê dayîn. (FD)
* Çavkanî: AA, Kurdistan24