Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Bi Zarokan re ya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) diyar dike ku herçiqas hejmar ne zelal bin jî, li cîhanê nêzîkî 250 hezar “leşkerên zarok” hene.
12ê Sibata 2002yê de “Protokola Hilbijartî ya Divê Zarok Nekevin Nava Şerê Çekdarî” li Peymana Mafên Zarokan a NYyê hatiye zêdekirin. Heta îro 168 welat ev protokol qebûl kiriye.
UNICEFê bi armanca hatina “Red Hand Day” (Roja Destê Sor) raporek aşkere kir. Ev roj roja têkoşîna li dijî bikaranîna zarokan a weke leşker hatiye diyarkirin. Li gorî vê raporê nêzîkî li 20 welatan zarokan dikin leşker û li gel vê, zarok tên kuştin, tên seqetkirin, êrîş li dibistan û nexweşxaneyên ku zarok lê ne tên kirin. Di nava van de welatên weke Sûdana Başûr, Komara Kongo ya Demokratîk, Somalî, yemen, Sûriye, Malî, Afganîstan heye.
Li gorî lîsteya NYyê 50 artêş û komên çekdar zarokan dikin leşkerên xwe. El Şebab, Taliban, Boko Haram û DAIŞ yên sereke ne ku li gelek welatan birêxistinkirî ne.
UNICEFê diyar kiriye ku nêzîkatiya hêzên asayişê ya li hemberî leşkerê zarok jî pirsgirêkeke gelekî mezin e. Hatiye destnîşan kirin ku ev zarok bi tohmeta endamtiya rêxistina çekdarî tên girtin û rastî îstîsmarê tên. (AO/FD)
* Çavkanî: Deutsche Welle