Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Navnetewyî ya Efûyê, îro li ser dayina cezayê kuştinê(îdam) û pêkanîna wê raporek weşandiye.
Di dawiya sala 2017ê bi qanûnan ya kêm 993 kes hatibûn kuştin. Sala 2018ê ev jimar bûye 690.
Li gor raporê rêjeya îdamkirinê anko pêkanîna cezayê îdamê nêzîkî ji sêyê yekê kêm bûye. Digel vê yekê li welatên wek Belarus, Japonya, Singapur, Sudana Başûrê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jimara pêkanîna cezayê îdamê zêde bûye.
Li Çînê nehênî ye
Li welatê Çînê dayin û pêkanîna cezayê îdamê nehênî ye. Dewlet eşkere nake ka çend kes salane têne kuştin lê li gor qinaeta rapornivîsan salane bi hezaran kes têne kuştin.
Hatibû rakirin
Dawiya sala 2018ê li 106 welatan ji bo hemî sûcan dayina cezayê îdamê hatibû rakirin.
Li Îranê piştî guhertina Yasaya Têkoşîna Li Dijî Maddeyên Hişber, rêjeya kuştina sûcdaran ji sedî 50 kêm bûye.
(AS/MB)
Hûn dikarin hemiya raporê li vê derê bibînin.