Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li cîhanê hejmara kesên bi Covîd-19ê ketine ji 67 mîlyonî bûye herweha hejmara miriyan jî ji milyon û nîvê derbas bûye.
Li tevahiya Cîhanê heta niha 67 mîlyon û 393 hezar û 283 kes bi koronayê ketine, milyon û 541 hezar û 752 kes pê mirine û 46 mîlyon û 584 hezar û 220 kes jî baş bûne.
Ji çaran yeke nexweşan li DYAyê ye
Li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) heta niha 14 mîlyon û 583 hezar û 566 kes bi Covîd-19ê ketine û 281 hezar û 199 kes jî pê mirine. Li tevahiya cîhanê ji çaran yêkê nexweşan li DYAyê ye û li cîhanê li ser asta hejmara nexweşan yekem e.
Li piştî DYAyê hejmara pêketan herî zêde li Hindistanê ye. Li wî welatî hejmara nexweşan ji 9 mîlyon û 600 hezarî derbas bûye.
Piştî van welatan hejmara nexweşan hêrî zêde li Birezîlya û Rûsyayê ye. Li Rûsyayê di 24 saetên dawî de 29 hezar û 39 kesên din bi Covîd-19ê ketine.
Tirkiye di hijmara pêketiyan de li ser asta cîhanê di rêza 18em de ye.
Di hijmara çêkirina testan de kî li pêşe?
Li tevahiya cîhanê welatê ku herî zêde testa koronayê çêkiriye DYA ye. Li DYAyê heta niha ji 205 mîlyonî zêdetir test hatine çêkirin.
Li Çînê heta niha 160 mîlyon test hatine çêkirin û Çînê herî dawî hejmara pêketan 86 hezar û 619 kes bû. Çîn yekem welatê serkeftiye ku korona bi tedbîrên hişk girtiye bin kontrole.(PT/AY)