Li seranserê cîhanê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Covîd-19) mirine ji 320 hezarî derbas bûye.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Covîd-19ê da berhev dike, li seranserê cîhanê hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derketiye 320 hezar û 189an, hejmara pêketiyan jî derketiye 4 milyon û 894 hezar û 278an.
Welatê ku herî zêde kes lê mirine DYA ye û hejmara wê jî 91 hezar û 981 e.
Piştî DYAyê welatên ku hejmar miriyan zêde ye ev in:
Îngiltere 34 hezar û 796, Îtalya 32 hezar û 7, Fransa 28 hezar û 239, 27 hezar û 709 Îspanya, 16 hezar û 853 Brezilya, 9 hezar û 80 Belçika, 8 hezar û 123 Almanya, 7 hezar û 57 Îran, 5 hezar û 842 Kanada, 5 hezar û 694 Hollanda, 5 hezar û 332 Meksika û 4 hezar û 634 Çîn.
Welatên din ên ku hejmara miriyan ji 1000î zêdetir e:
"Tirkiye (4 hezar û 171 ), Swêd (3 hezar û 698), Hindistan (3 hezar û 164 ), Ekvador (2 hezar û 799), Peru (2 hezar û 789), Rusya (2 hezar û 722), Swîsre (1886), Îrlanda (1547), Portekiz (1231), Endonezya (1191) û Romanya (1020).” (FD)
Çavkanî - Fotograf: AA