Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di sala 2019ê de hejmara kesên ku bi nexweşiya sorikan ketine zêdetir bûye. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî îsal li gorî 2018ê rêjeya kesên bi nexweşiya sorakin ketine ji sedî 300 zêdetir bûye.
Ev dane ne yên demkî ne ku li gorî van daneyan rêjeya vê nexweşiyê her diçe zêdetir dibe.
Rêxistinê 15ê Nîsanê roja duşemê li Cenêvê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiriye. Li gorî vê daxuyaniyê heta niha li 170 welatan 112 hezar û 163 kes bi nexweşiya sorikan ketiye. Par di heman demê de, li 163 welatan 28 hezar û 124 kes nexweş ketibûn. Rêjeya nexweşiyê herî zêde li Afrîkayê zêde bûye ku rêjeya zêdebûnê ji sedî 700 e.
Rêxistinê destnîşan kiriye ku li gelek welatan nexweşiya sorikan heye û li cîhanê ev nexweşî zêde dibe.
“Piranî zarok dimirin”
Nexweşî niha li Komara Kongoyê ya Demokratîk, Etipoypa, Gurcistan, Qazaxistan, Qirgizistan, Myanmar, Fîlîpîn, Sûdan, Tayland, Ûkrayna û hin welatên din belav dibe. Li van welatan piraniya kesên dimirin zarok in. (AO/FD)
Çavkanî: www.who.int û DW Tirkî