Fotograf: AA
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) ketine ji 38 milyon û 746 hezarî derbas bûye. Milyonek û 96 hezar û 881 kes jî pê mirine.
Li gorî malpera"Worldometer"ê ku daneyên derbarê Covîd-19ê de berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 38 milyon û 746 hezar û 513 kes bi nexweşiyê ketine. Milyonek û 96 hezar û 881 kes jî pê mirine.
Heta niha 29 milyon û 126 hezar û 752 kes baş bûne. Li tevahîya cîhanê dermankirina 8 milyon û 522 hezar û 880 kesî jî dewam dike.
Hejmara nexweşan herî zêde li DYAyê ye
Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan derketiye 8 milyon û 150 hezar û 43an û 221 hezar û 843 kes jî bi nexweşiyê mirine.
Piştî DYAyê welatên ku hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir e weha hatine rêzkirin:
"Hindistan (7 milyon û 307 hezar û 97), Brezilya (5 milyon û 141 hezar û 498), Rûsya (1 milyon û 340 hezar û 409), Îspanya (937 hezar û 311), Arjantîn (931 hezar û 967), Kolombiya (930 hezar û 159), Peru (856 hezar û 951), Meksîka (829 hezar û 396), Fransa (779 hezar û 63), Afrîkaya Başûr (696 hezar û 414), Îngiltere (654 hezar û 644), Îran (513 hezar û 219), Şilî (485 hezar û 372), Iraq (413 hezar û 215), Bangladeş (382 hezar û 959), Îtalya (372 hezar û 799), Filipîn (346 hezar û 536), Endonezya (344 hezar û 749), Almanya (341 hezar û 742), Erebistana Siûdî (340 hezar û 590), Tirkiye (340 hezar û 450) û Pakistan (321 hezar û 218)."
Welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (151 hezar û 779), Hindistan (111 hezar û 311), Meksîka (84 hezar û 898), Îngiltere (43 hezar û 155), Îtalya (36 hezar û 289), Peru (33 hezar û 512), Îspanya (33 hezar û 413), Fransa (33 hezar û 37), Îran (29 hezar û 349), Kolombiya (28 hezar û 306), Arjantîn (24 hezar û 921), Rûsya (23 bin 205), Afrîkaya Başûr (18 hezar û 151), Şilî (13 hezar û 415), Ekvador (12 hezar û 264), Endonezya (12 hezar û 156), Belçika (10 hezar û 278) û Iraq (10 hezar û 21)."(AY)