Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) ketine ji 33 milyon û 552 hezarî derbas bûye. Milyonek û 6 hezar û 381 kes jî pê mirine.
Li gorî malpera"Worldometer"ê ku daneyên derbarê Covîd-19ê de berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 33 milyon û 552 hezar û 625 kes bi nexweşiyê ketine. Milyonek û 6 hezar û 381 kes jî pê mirine.
Heta niha 24 milyon û 881 hezar û 239 kes ji nexweşiyê filitîne û baş bûne. Li tevahiya cîhanê 7 milyon û 669 hezar û 437 kes ji ber vîrusê têne dermankirin.
Hejmara nexweşan herî zêde li DYAyê ye
Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan derketiye 7 milyon û 361 hezar û 611an û heta niha 209 hezar û 808 kes jî pê mirine.
Piştî DYAyê welatên ku hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir e weha hatine rêzkirin:
"Hindistan (6 milyon û 145 hezar û 291), Brezilya (4 milyon û 748 hezar û 327), Rusya (milyonek û 159 hezar û 573), Kolombiya (818 hezar û 203), Peru (808 hezar û 714), Îspanya (748 hezar û 266), Meksîka (733 hezar û 717), Arjantîn (723 hezar û 132), Afrîkaya Başûr (671 hezar û 669), Fransa (542 hezar û 639), Şîlî (459 hezar û 671), Îran (449 hezar û 960), Îngiltere (439 hezar û 13), Bangladeş (360 hezar û 555), Iraq (353 hezar û 566) Erebistana Siûdî (333 hezar û 648), Tirkiye (315 hezar û 845), Pakistan (311 hezar û 516), Îtalya (311 hezar û 364) û Fîlîpîn (307 hezar û 288)."
Welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (142 hezar û 161), Hindistan (96 hezar û 351), Meksîka (76 hezar û 603), Îngiltere (42 hezar û 1), Îtalya (35 hezar û 851), Peru (32 hezar û 324), Fransa (31 hezar û 808), Îspanya (31 hezar û 411), Îran (25 hezar û 779), Kolombiya (25 hezar û 641), Rûsya (20 hezar û 385), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 586), Arjantîn (16 hezar û 113), Şîlî (12 hezar û 698), Ekvador (11 hezar û 280) û Endonezya (10 hezar û 473)."(AY/FD)
*Çavkanî: AA