Fotograf: AA
Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Covîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketine derketiye 2 milyon û 200 hezar û 322yan.
Hejmara kesên ku herî zêde bi Covîd-19ê ketine bi 678 hezar û 210 kesî Amerîka ye, peyra bi 184 hezar û 948 kesî Îspanya, bi 168 hezar û 941 kesî Îtalya, bi 165 hezar û 27 kesî Fransa, bi 138 hezar û 273 kesî Almanya û bi 103 hezar û 93 kesî Ingilistan tê.
Li Çîna ku ev şewb jê belav bûbû jî 82 hezar û 692 kes pê ketine.
Dewletên ku hejmara nexweşan ji 10 hezarî derbas bûne jî ev in:
"Îran (79 hezar û 494), Tirkiye (74 hezar û 193), Belçika (36 hezar û 138), Rûsya (32 hezar û 8), Brezilya (30 hezar û 891), Hollanda (30 hezar û 449), Kanada (30 hezar û 106), Swîsre (27 hezar û 78), Portekiz (19 hezar û 22), Awisturya (14 hezar û 540), Hindistan (13 hezar û 835), Îrlanda (13 hezar û 271), Swêd (13 hezar û 216), Îsraîl (12 hezar û 855), Peru (12 hezar û 491) û Koreya Başûr (10 hezar û 635)."
Şewba Covîd-19ê ya li Wuhana bajarê Hubeya eyelate Çînê derket li 210î zêdetir dewlet û herêman belav bû.
Ji ber şewbê li seranserê dinyayê heta niha 147 hezar û 784 kes mirine, 558 hezar û 150 kes baş bûne û milyonek û 494 hezar û 388 kes jî tên dermankirin. (FD)