Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li welatê Cezayîra Bakurê Afrîkayê, di şewata daristanên ku ji serê meha Tebaxê û vir ve dewam dike de, hejmara miriyan zêde dibe.
Li bajarên et-Tarif û Setîf di encama şewata daristanan de 26 kes mirine. Li gorî daxuyaniya ku Wezîrê Navxweyî yê Cezayîrê Kemal Belcûd di televîzyona fermî ya dewletê de daye li bajarê et-Tarif ê li ser sînorê Cezayîr-Tûnisê 24 kes, li bajarê Setîfê ku bakurê wî welatî ye jî 2 kes mirin e.
Belcûd daye zanîn ku di hefteyên dawî de li Cezayîrê germahiya hewayê ji 47 pileyî derbas bûye û ji serê meha Tebaxê û vir ve li gelek bajaran li 106 xalên cuda agir bi daristanan ketiye.
Belcûdê ku derbarê xebatên vemirandina agir de agahî daye, diyar kiriye ku bi hezaran personelan ji hewa û bejahiyê mudaxaleyî şewatê kirine.
Li gorî The Guardianê, di vê mehê de heya niha zêdetirî 2,500 hektar qadên daristanan şewitîne.
Cendirmeyan ji ber şewatê gelek rê li trafîka wesayîtan û peyayan girtine, Saziya Parastina Sivîlan derbarê mijarê da daxuyanî daye û diyar kiriye ku li 14 herêmên îdarî bi tevahî 39 şewatên daristanan didome. Her weha li bajarê et-Tarifê jî li 16 xalan şewat derketiye û herêma herî zêde ji şewatê bandor bûye ev der e.
Di encama şewatê de bi dehan kes birîndar bûne, medyaya Cezayîrê nivîsandiye ku 350 kes ji Sûk Ahrasê ku şewat lê bi bandor bûye, hatine derxistin.
Di sala 2021an de Li bakurê Cezayîrê herî kêm 90 kesan di şewata daristanan de miribûn û zêdetirî 100 hezar hektar qadên daristanî şewitîne.(SD/AY)