Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meha borî serokkomarê Cezayirê, Abdulaziz Buteflikayî ragihandibû ku ew ê dîsa ji bo serokkomariyê bibe berbijar. Ji 22yê Sibatê ve xwenîşander vê biryara serokkomarî protesto dikin.
Sîyasetmedarên Khalid Tazagart û Sidi Ferroukhi duhî dest ji karê xwe berdane. Sidi Ferroukhi wezîrê çandinîyê yê berê bûye.
Abdulaziz Buteflika, 82 salî ye û li bajarê Ceneveyê yê Swêdê tê dermankirin. Ji ber ku wî nekariye biçe welatê xwe û daxwaza berbijariyê ji rayedaran bike, Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye kesek dikare li ser navê wî daxwaznameya wî teslîm bike.
Ji 1999ê ve serokkomar e
Abdulaziz Buteflika, di salên 1963-1979ê de bûye wezîrê karên derve.
Ji sala 1999ê ve serokkomarê Cezayirê ye. Wî karê Serokatiya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kiriye. (PT / MB)