Li Çewlîkê bi pileya 4.2an erd hejiyaye
Li navçeya Gêxî ya Çewlikê bi pileya 4.2an erd hejiyaye.
![Li Çewlîkê bi pileya 4.2an erd hejiyaye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/086/original/erdhej_(1).jpg)
Li navçeya Gêxî ya Çewlikê di saet 11.19an de bi pileya 4.2an erd hejiyaye.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn (AFAD) pileya erdhejê 4.2 e û 8.5 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Erdhej li herêmên derdorê jî hatiye hîskirin.
(AY)