Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku duh bi şev li navçeya Kanîreşê ya Çewligê ji ber barana zêde, Çemê Çêrmûgê (Çataxê) hilhatiye.
Di encama hilhatina çemî de li Gundê Qirtûziyê (Çataxê) xanî, gom û zevî di bin avê de mane.
Niştecihên gund bi zehmetî ajalên xwe yên li goman derxistine.
Em dixwazin çareseriyekê bibinin
Yek ji niştecihên gund Selahatîn Alkanî ji Ajansa Anadolûyê re gotiye, baranê bandoreke neyênî li wan kiriye: “Dema baran dibare yekser av radibe, dîwaran derbas dike û dikeve nava xaniyan. Em dixwazin êdî çareseriyekê ji vê re bibinin.”
Baranê bandor li navend Kanîreşê jî kiriye û li hêla Sanaya Biçûk av ketiye nav hin kargehan. Ji ber vê rewşa heyî, çûn û hatina li wê derdorê ya bi wesayitan hatiye sekinandin.
(TY/FD)