Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku îro saet di 09.51an de li Kanîreşa navçeya Çewlîgê, bi pileya 5.6ê erd hejiyaye. Her weha duh jî di saet 17.24an de bi pileya 5.8ê erd hejiya bû.
AFADê diyar kiriye ku erdhej îro di saet 09.51an de bi pileya 5.6ê li Kanîreşa navçeya Çewlîgê pêk hatiye. Resetxaneya Kandilliyê û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 5,5 pîvaye.
AFADê eşkere kiriye û gotiye, erdheja îro 7,01 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û Enstîtûyê jî gotiye 5,5 kîlometre di bin erdê de bûye.
Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê duh aşkere kiribû, ku li heman navçeyê di saet 17.24an de bi pileya 5.8ê, 5 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Walîtiya Çewlîgê derbarê erdheja duh de gotibû, "2 bircên çavdêriyê yên qereqola gundê Lîçikê rûxiyane û 3 cerdevan birîndar bûne. Xebatên tesbîtkirina zirar û zîyanan li hemû gund û navçeyan berdewam e."
Fuat Oktay: Welatiyek miriye û 18 kes jî brîndar bûne
Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî derbarê erdheja li Çewlîgê de diyar kiriye gotiye, "Welatiyekî me miriye, 18 birîndarên me hene. Zarokekî me yê bi navê Mûsa, li Zanîngeha Firata Elezîzê, 5 kes jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê tên dermankirin û yên dine jî baş bûne"
Oktayî serdana gundên ku li ber erd hejê ketiye, kiriye û gotiye, “Li gundê bi navê Armeliyê 8 xaniyan bi giranî xesar girtiye û 25 jî hatine rûxandin. 2 gom hatine rûxandin û 36 gom û tewle jî bi giranî xesar girtine. Li gundê bi navê Dînarbeyê 2 dibistan û lojmanên me û 17 xanî bi giranî xesar girtine û avahiyek û 15 gom jî hatine rûxandin. Li gundê me yê bi navê Lîçikê di hin qûleyên qereqoleke me de zerar çêbûye û 10 xanî jî bi giranî zerar dîtine. Her weha li Çeta navçeya Erzîromê jî 6 avahî hilweşiyane." (HA/AY/FD)