Li Çewlîgê ji ber şertên hewayê yên nebaş qezayên trafîkê çêbûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya Kanîreşê otobûsa rêwiyan a bi pîlaqeya 12 AJ 444 ku serbi firmaya Cesûr Bîngolê ye, li ser rêya Kanîreş û Erziromê wergeriya. Di qezayê de 15 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr.
Li ser rêyeke din li herêma Gundê Qirtuza Kanîreşê otobûsa rêwiyan a bi pîlaqeya 42 ARG 61 ku serbi Metro Tûrizmê ye wergeriya û di qezayê de 7 kes birîndar bûn.
(AY)