Li navenda Çewligê û navçeyên wê Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê di serdegirtinên malan de 18 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan yên duh û îro de Hevserokê HEDEPyê yê Navçeya Bongilanê Ubeyîd Ozer jî di nav de herî kêm 18 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin birine Rêveberiya Polîsan a Çewligê.
Hat zanîn ku biryara “nepeniyê” danîne ser dosyeyê û hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan re jî hatiye sînordarkirin.
Navê hin welatiyên hatine destserkirin wiha ne:
Alaattîn Narînç, Abdurrahman Sav, Şefîka Dogan, Mehtap Ergî, Mazlum Serînyel, Îsamîl Andan, Yunus Sonmez, Saadet Arslan, Rûken Yîgît, Tuba Demîr, Hasan Akyol, Ahmet Dumlu, Kiymat Bagli, Vesîle Sayak, Tutem Çikaray.
(AY)