Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê vê sibehê leşkeran bi ser gelek gundan de girtine. Her weha leşkeran li gundê Xişokê ji bo lêgerîna kesekî 21 salî li hemû malan lêgerîn pêk anîne. Hatiye diyarkirin ku gelek kes di serdegirtinan de hatine desteserkirin.
Li Dutaxê her kêm 35 kes desteserkirine
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya Dutaxê ya Agiriyê jî leşker û polîsan bi ser gelek malan de girtine û di encamê de piraniya wan ciwan herî kêm 35 kes desteserkirine.
Hat diyarkirin ku welatî bi îdiaya ku “propaganda rêxistinê kirine” hatin desteserkirin.
Navê hin kesên hatine desteserkirin wiha ne:
Nevzat Dag, Celalettîn Karataş, Sadik Reşat Îyî, Ahmet Oztaş, Bekîn Polat, Mehmet Ûçar, Îbrahîm Oztaş, Adem Balta, Cemîl Vûral, Celal Altûn, Kasim Yildirim, Aydin Porsuk.(AY)