*Bedlîs - Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahiya Çewligê, li çar navçeyên Bedlîsê û li sê navçeyên Dêrsimê ji ber berfa zêde û rewşa hewayê dibistan hatine girtin.
Walîtiya Çewligê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku ji ber barîna berfê dewam dike û dibe di çûn û hatinê de astengî derkevin, wan biryar daye îro (10ê Kanûna Paşiyê roja duşemê) li seranserê bajêr dibistan werin girtin.
Di daxuyaniyê de Walîtiya gotiye ku karmendên dewletê yên ducanî û yên kêmendam wê neçin ser kar.
Walîtiya Bedlîsê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku dibistanên fermî û yên taybet ên li navenda bajêr, ji ber rewşa hewayê hatine girtin. Li vî bajarî jî karmendên dewletê yên ducanî û yên kêmendam wê neçin ser kar.
Her weha ji ber barîna berfê ya zêde li navçeya Tetwan, Motkan, Norşîn û Xelatê jî dibistan venebûne.
Li Dêrsîmê jî ji ber berfê dibistan hatine girtin. Walîtiya Dêrsimê diyar kiriye ku li navçeya Pulur, Qisle û Pilemûriyeyê dibistan wê venebin.
Walîtiyê gotiye ku li bajêr ji ber rewşa hewayê li van navçeyan ji bo rojekê dibistan wê girtî bin û karmendên dewletê yên ducanî û yên kêmendam jî wê neçin ser kar.
(AÖ/FD)