Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li hemberî leşkerên di 2yemîn Fermandariya Lîwaya Sînor a Colemêrgê PKKyiyan êrîşa bi roket pêk anî. Di encamê de serpelek mir, 6 leşker birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li herêmê operasyon destpê kir.
Ji arteşa Tirkiyê daxuyanî
Êrîş duh saet 23.30 yê êvarî de kîlometreyek dûrî gundê Gundê Ogûlê yê di navbera Colemêrgê û Çelê de pêk hat.
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) aşkere kir ku êrîş li hemberî leşkerên di 2yemîn Fermandariya Lîwaya Sînor a Colemêrgê de ne pêk hatiye. (AS/FD)