Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, li navçeya Hezexê ya Şirnexê û li bajarokê Akpazarê yê Dêrsimê şaredar ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
Wezareta Karûbarên Navxweyî bi sedema ku “lêpirsînên derbarê wan de berdewam dikin” li şûna wan qeyûm wezîfedar kiriye.
Li Hezexê li şûna Hevşaredar Songul Erdenê, Zafer Sag, Qaymeqamê navçeyê hatiye wezîfedarkirin.
Walîtiya Amedê daxuyaniyek weşandiye
Walîtiya Amedê daxuyaniyek weşandiye û gotiye, bi tohmeta “endama rêxistina terora çekdar e” du lêpirsîn derbarê Belgîn Dîken, Hevşaredara Yenîşehîrê de berdewam dikin ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê dimeşîne.
Ji ber wê jî li şûna wê Mûrat Beşîkçî, Qaymeqamê Yenîşehîrê hatiye wezîfedarkirin.
Dîsa bi tohmeta ku “endamê rêxistina terora çekdar e” û “propagandaya rêxistina terorê kiriye” derbarê Ahmet Çevîk, Hevşaredarê Hezroyê de Serdozgeriya Komarî ya Amedê du lêpirsînan dimeşîne.
Li şûna Çevîkî, Alî Oner, Qaymeqamê Hezroyê weke qeyûm hatiye wezîfedarkirin.
Di vê navberê de li şûna Orhan Çelebî, Hevşaredarê bajarokê Akpazarê yê Mazgîrta Dêrsimê, Menderes Topcûoglû, Qaymeqamê Mazgîrtê weke qeyûm hatiye wezîfedarkirin.
Orhan Çelebiyî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku wî li hemberî biryara wezîfedarkirina qeyûmî li ber avahiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye.
Heta niha li 26 belediyeyan qeyûm hatine wezîfedarkirin
Ji hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019ê heta niha bi sedema ku KHKyî ne qeyûm li 26 şaredariyan hatine wezîfedarkirin ku du ji wan mazbatayên wan nedabûne wan. Di nava wan de Şaredariya Mezin a Amedê, Mêrdîn û Wanê jî heye.
11 hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatine wezîfedarkirin, hatine girtin. (TP/FD)
Fotograf: AA