Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer li Navenda Koordînasyona Karesatan ya Meletiyê daxuyani daye û derbarê pevajoya perwerdeyê ya li 10 bajarên ku ji erdhejên 6ê Sibatê bandor bûne de agahî parve kiriye.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer îro li Navenda Koordînasyona Karesatan ya Meletiyê daxuyanî daye û wiha gotiye:
"Ji 1ê Adarê ve li Edene, Kilîs, Amed, Rihayê û hemû navçeyan em dest bi perwerdeyê dikin."
Ozer ragihandiye ku dema perwerdeyê li Dîlok û Osmaniyeyê ji 1ê Adarê bo 13ê Adarê; Li Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê jî heta 27ê Adarê hatiye dirêjkirin.
Ozer der barê avahiyên dibistanên ku zirar dîtine de jî gotiye, "Li bajarên ku ji ber erdhejê navber dane perwerdehiyê , avahiyên ku rapora wan ya saxlemiyê tune be bi tu awayî wê perwerde li wan avahiya neye destpêkirin.”(TY/AY)