Li navçeya Çan a Çanakkaleyê di 26ê Cotmehê de li hemberî daweta malbatek ji agiriyê êrişek nijadperest hat kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê komek ku ji alîgirên Çansporê ya bi navê “17. Alay” pêk dihat bi hinceta stranên kurdî du sê caran ceyrana eywana dawetê hat qutkirin.
Malbatê ji ber hewldana êrişa koma nijadperest neçar ma ku dawetê zû biqedîne. Dawetvanî ji eywanê veqetiyan lê ciwanek ji mala xwediyê dawetê bi êrişa koma nijadperest re rû bi rû ma.
Komê piştî êrişî wî ciwanî kir, telefon û pereyên li ser wî dizîn ango ciwan şêlandin. Malbatê ji koma êrişkar pere û telefonê paşve xwestin. Koma êrişkar vê bersivê da malbatê: “Em komek ji 50 kesan pêk tên li benda we bûn, werin telefon û pereyên xwe werbigirin.” Malbata ji Agiriyê çû cihê ku êrişkaran ji wan re gotiye û malbat li vir bi êrişa bi dar û keviran a nijadperestan re rû bi rû ma.
Gelek ferdên malbatê di êrişê de birîndar bûn. Ji ferdên malbatê û êrişkaran herî kêm 10 kes hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan. Hat zanîn ku wê malbat derbarê êrişkaran de gilî bike.
Derket holê ku êrişkaran xwe li ser grûba Whatsappê bi navê "Alaya 17’emîn a Sor (Kıpkırmızı 17. Alay)” xwe bi rêxistin kirin e.
Di peyamên grûba Whatsappê de derket holê ku kesê bi navê Sezaî K. gotiye, “Govenda kurdî li kut ê gerandin. Birayên min viya hîn bibin, biçin binêrin, ka cihê wê ku ye.” Batuhan B. jî wiha bersiv daye: “Xalo deng ji cihekî tê. Em jî dibihîzin.” Piştre Furkan S. jî diyar kiriye ku wî cihê eywana dawetê dîtiye û wiha peyam ji grûbê re şandiye: “Keko em li vir in. Yek asayîş heye, yek jî trafîk heye. Stranên xwe veguherandin tirkî. Sazbend ji Stenbolê hatine.”
Sezaî K. diyar kiriye ku şalteran danîne û gotiye: “Tişta pêwîst hat kirin. Birano deng hat qutkirin.” Huseyîn E. jî wiha bersiva daye: “Reîs deng qut bû, tengasiyek tine ye.” Sezaî K. wiha peyam dinivisîne: “Bûyer temam e, tişta ku ket serê milê me pêk hat. Li hemberî kurdan gelek alerjiya min heye.”
(RT/AY)