Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Damyeriyê ya Çanakkaleyê, duh di saetên nîvro de agir bi daristanê ketiye.
Li gorî daxuyaniya ku Serokatiya Karesatan û Rewşa Lezgîn vê sibehê weşandiye, 81 kes di bin bandora duxana agirî de mane û dermankirina 72 kesan dewam dike.
9 gund vala kirine
Wezîrê Karûbarên Derve Alî Yerlîkayayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsiye û gotiye ku hezar û 679 mirov, 8 balafir, 26 helîkopter, 240 arazoz, 71 tankêrên avê û 173 wesayitên karî çûne herêmê.
Yerlîkayayî destnîşan kiriye ku li 9 gundan 337 xanî hatine valakirin û hezar û 251 kes ji wan deran şandine cihên biewle.
Bandor li hezar û 500 hektarî bûye
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yûmakliyî jî di daxuyaniya xwe ya duh bi şev de gotiye, agirî bandor li hezar û 500 hektarî kiriye ku 800 hektarê wê daristan e.
Wezîrî destnîşan kiriye ku agir nêzîkî Nexweşxaneya Dewletê bûye û heta niha 14 kes ji wir ji bo tedbîrê şandine cihên din: “Heta niha 150 nexweşên me li Nexweşxaneya Dewletê ne. Bi 60 ambûlansan ew jî tên ragirtin. Niha ti tehdîtek nîne lê ji bo her îhtîmalê hemû tedbîr hatine wergirtin.”
Wezîr Yûmakliyî diyar kiriye ku agir li nêzîkî jîwaran derketiye. (AS/FD)