Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Calîforniaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber barana zêde û bahoza ku ji 5ê Kanûnê vir ve bi bandor e hejmara miriyan derketiye 14an.
Li gorî USA Todayê, pênc sal berî niha li Montecîtoyê di encama barana zêde û şimitandina heriyê 23 kes miribûn û ji sedî zêdetir xanî rûxiyane. Li wî bajarî barîna baranê didome û ji 10 hezar niştecihên Santa Barbarayê hatiye xwestin ku ji malên xwe derkevin.
Li gorî nûçeya Los Angeles Timesê rayedaran ferman daye ku welatiyên li herêma Carpinteria, Montecito, Toro, Sycamore û Padaro Lane ku demildest deverên xwe vala bikin,
Ji niştecîhan tê xwestin ku biçin qadên bilindtir û li Santa Barbara navendek valakirinê hatiye damezrandin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber bahoz û barana li eyaletê di 8ê Kanûnê de rewşa awarte pejirandibû.(SD/AY)