Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li dewleta Californiayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daristan dişewitin, heta niho 31 kes mirine 228 kes winda ne.
Agirî pêşiyê girtiye daristanên li dora nehiyeya Paradaiseyê. Şerîfê nehiyeyê diyar kiriye ku ji wê nehiyeyê heta niho 29 kes mirine û ew nikarin xwe bigihînin 229 kesan. Nehiyeya Paradaiseyê 290 kîlometreyan li bakurê San Franciskoyê ye.
Li bajarê Malibuyê jî du kes mirine.
Bi fermana dewletê 300 hezar kesên li herêmên metirsîdar ji herêmê bi dûr ketine.
Zerer li nêzîkî 7 hezar avahîyan bûye.
(HK/MB)
Wêne: EPA-EFE/Mike Nelson/AA