“Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasan a Kartalê, Koma Parêzerên Beşdar, Koma Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Piştevaniya Parêzeran û Hiqûqa Civakî ji bo mafên Zeydan lê were vegerandin xwestin li pêş edliyeyê daxuyanî bidin.
Lê belê beriya daxuyaniyê hêzên polîsan tedbîrên berfireh ên ewlehiyê li derdora edliyeyê girtin, çûnûhatina ji bo qadê asteng kirin û destûr nedan parêzer kom bibin.
Ji ber vê yekê di navbera parêzer û hêzên emniyetê de ragêşî derket. Bi demê re mudaxeleya polîsan dijwartir bû û gelek parêzer hatin derbkirin û bûyerên bi vî rengî qewimîn.
Polîsan rê nedan parêzer bikevin nava edliyeyê û li ber deriyê edliyeyê barîkat danîn. Di encamê de gelek parêzer hatin desteserkirin û polîsan deriyên edliyeyê jî girtin.
Parêzerîn ku hatine desteserkirin ev in:
“Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn, Rezan Gezer, Ahmet Baran Çelîk, Esra Bîlen, Hazal Bîlgîlî, Jiyan Kaya, Emrah Baran, Meltem Ozel, Xebat Demîrcan û Kemal Aytaç.”
(Mİ/AY)