Li navçeya Înegolê ya Bursayê, komeke nijadperest êrîşî wesayîteke ku plakaya wê ya Amedê(21) ye kirine. Her weha êrişkaran li ajokarê wesayîtê dane.
Her weha welatiyê bi navê Mansûr Yildirim li ser hesabê xwe yê Twîtterê duh dîmenê êrişê parve kiriye û weha gotiye:
“Ev vîdeo îro li Bûrsayê hat girtin. Wesayîta ku rastî êrişê hatiye û êdî nikare bê bikaranîn ya apê min e. Yekane sedema êrişê ewe ku plakeya wesayitê 21 e û a Amedê ye. Bi sedan kesan bi dar, ber û amûrên giran êrişî apê min û wesayîtê kirine.”
“Tenê di vîdeoyê de jî rûyên êrişkaran tên tespîtkirin. Lêbelê hêzên ewlekariyê ne di dema bûyerê de ne jî piştî bûyerê derbarê êrişkaran de tu kiryarekî qanûnî nekiriye. Hewl didin sere bûyerê binixumîne û kesên êrişî apê min û wesayîtê kirine li derve bi rehetî digerin.”
Bu linç heveslileri hakkında halen bir işlem yapmadınız mı? @BursaValiligi@BursaEmniyet
— Ömer Faruk Gergerlioğlu (@gergerliogluof) April 3, 2023
Bu ne hal?
İktidar bir Batı ilinde 21 plakalı araçlardaki Kürt vatandaşların seyahat hürriyetine saldırılmasını hoş mu görüyor?@Akparti
Kürtler seçimde gereken cevabı verir Bu faşizme!!! https://t.co/Uf9SSvEEFu
Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu jî twîta Mansûr Yildirimî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye û peyamek weşandiye.
Gergerlioglu di peyama xwe de de Walî û Rêveberiya Ewlekariya Bursayê etîket kiriye û gotiye:
“Gelo we heta niha derbarê van êrîşkarên lîncê de karên yasayî nedan destpêkirin? Ev çi hal e? Ma desthilat li bajarekî rojava êrîşa bo ser azadiya geştê ya welatiyên Kurd ku plakayên wan 21 in xweş dibîne. Dê Kurd di hilbijartinan de bersiva vê faşîzmê bidin.”(AY)