Fotograf: Cem Şan / AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Kestel, navçeya Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbûye û di encamê de karkerek miriye, 6 karker jî brîndar bûye.
Yakûp Canpolat, Waliyê Bûrsayê ji Ajansa Anadolûyê re gotiye li gor daneyên destpêkê ew texmîn dike ku li herêma pîşesaziya organîzeyê di kargehekê de ji ber asîtê teqîn çêbûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Canpolatî gotiye ekip çûne cihê bûyerê û di teqînê de karkerek miriye, 6 karker brîndar bûne.
Ji brîndaran ên rewşên giran û sivik hene. Derdora 15-20 karker di bandora gazê de man in. Xebatên ekîbên AFAD, agirkujî û ewlekariyê li herêmê didom in.
(EMK/AY)