"Karnavala Buenos Airesê" li Buenos Airesa, paytexta Arjantinê hemû şemî û yekşemên meha sibatê xemilandiye. Li bajêr, karnavala dawîn tê lidarxistin.

Karnaval bi navê "Carnaval Porteno" tê zanîn û bi destê Hikûmeta Xweser a Buenos Airesê li dar dikeve. Di vê karnavalê de ji bo çalakiyên dawîn hin xwepêşandan, konser û dans li Kolana Gulanê ya li navenda bajêr hatine nîşandan.

Ji bo piştevaniyê bidin nasnameya civakî û kevneşopiyên taxên li Buenos Airesê her sal di hemû şemî û yekşemên meha sibatê de li ciyên cuda yên bajêr karnaval tê lidarxistin û ji her temenî bi hezaran kes beşdarî karnavalê dibin.

Îsal di Karanvala Buenos Aîresê de Bolivyayiyên li Buenos Airesê dijîn jî beşdar bûne. Bernameyên karnavalê ew ê hetanî nîvê şevê dewam bikin.

(FD)
* Fotograf: Muhammed Emin Canik /AA
