*Foto: James Crips/ Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Bruksel, paytexta Belçîkayê Kolana Breydelê ji ber metirsiye bombeyê hatiye valakirin. Avahiyên saziyên ku bi ser YEyê ve ne li vê kolanê ne.
Li gorî nûçeya Sudlnfo.be-yê, hin kesan telefon ji saziyeke ji bo Komisyona Yeyê dike re haiye û ji wan re gotiye bombe li herêmê hatiye bicîkirin. Li ser vê rewşê polîsan herêm dorpêç kiriye û dest bi derxistina xebatkar û kesên li herêmê kiriye.
Derketiye holê ku di encama lêgerînê de polîsan bombe bi dest nexistiye.
“Li gorî saeta herêmî saet di 11.15 deqîqeyan de telefon hatiye kirin”
Benoit Roussel, yek ji şêwirmendên saziyê gotiye; “Piştî ku telefon ji me re hat me polîs agahdar kirin”.
Xebatkarekî din jî ji Expressê ya ingilîzî re gotiye li gorî saeta Brukselê saet di 11.15 deqîqeyan de telefon hatiye kirin. Heman kesî diyar kiriye ku li di telefonê de gotine wê bombe di nava nîv saetan de biteqe.
Kûçikên lêgerînê birine herêmê
Leşker û kûçikên sniffer çûne herêmê. James Crips, nûçegihanê rojnameya Telegraphê yê li Brukselê fotografên dema lêgerînê li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kiriye.
Here at bottom of Rue Breydel, also cordoned off. Holiday Inn and Shell garage on street. You can see Ukrep on Auderghem. Told incident focuses on 42 Rue Breydel, the office of influential lobbyists G+ pic.twitter.com/sTiutnBN6S
— James Crisp (@JamesCrisp6) 19 Mart 2019
(PT/FD)