Ji bo nûçeya Tirkî
Li Brîtanyeyê di encama referandûma hate kirin de zêdeyîya hilbijêran xwestin ku Brîtanya ji YEyê derkeve.
Li gorî encamên bidestketî 33 milyon hilbijêr çûne ser sindoqan.
Hat daxuyandin ku rêjeya beşdarbûna referandûmê %72.2 ye. Li gorî encamên hat diyarkirin, %51.9ê hilbijiran xewstine ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve. %48.1 ji dengê erê bi kar anîne.
Zêdetirî 1 milyon deng ferq heye
Şîn: Na, Zer: Erê
Li gorî encamên niha 17 milyon kesan xwestine ku Brîtanya ji YEyê derkeve, 15 milyon 812 heza kes jî xwestine ku bila mayîna li YEyê de bidome.
Di navbera her du aliyan de zêdetirî 1 milyon deng ferq heye. Li 5 herêman hêjî bijartina dengan dewam dike, lêbelê ew yek dê encamên heyî neguherîne.
Îngîlîztan û Gallerê xwestiye ku Brîtanya ji yekîtiyê biqete, lê Îskoçya û Îrlanda xwestiye ku endamtiya YEyê bidome.
Daxuyaniya Sinn Feinê
Di referandûmê de zêdeyiya hilbijêrên li Îrlandaya Bakur xwestin ku Brîtanya ji yekîtiyê veneqete. Daxuyaniya ku partiya Sinn Feinê da hat gotin ku li Îrlandaya Bakur jî divê ji bo dewletbûyînê referandûm were kirin.
Wê partiyê da daxuyaniya xwe de got ku eger Birîtanya ji Yekîtiya Ewropayê biqete wê ji temsîlkirina gelê Îrlandaya Bekur mehrûm bibe.
(NV/YO)