Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku polîsan George Floydê afro amerîkayî li DYAyê kuşt li gelek bajarên DYAyê xwepêşandan pêk hatibûn û niha ev xwepêşandan li 50 eyaletan berdewam in. Li Ewropayê û hin bajarên din ên cîhanê jî ji bo piştgiriya bi xwenîşanderan çalakiyên protestoyî pêk tên.
Li Brîtanyayê di dema xwenîşandanên bi navê “Black Lives Matter”ê de duh peykerê Edward Colstonî, bazirganê koleyan hatiye rûxandin. Xwenîşanderan peyker avêtina Çemê Avonê.
Beriya ku bavêjin çemî, xwenîşanderan pêl li stuyê peykerî kirine ku dema polîsan ew desteser kiribûn pêl li stuyê Floydî kiribûn û ew kuştibûn.
Well that put an end to the debate (unless someone tries to put it back up) slave trader Edward Colston statue taken down in #Bristol #BlackLivesMattters pic.twitter.com/NYiln6gz65
— Alon Aviram (@AlAviram) June 7, 2020
Ji bilî Bristolê li Londonê li ber avahiya Konsolxaneya DYAyê, li Nottinghan, Manchester, Skotland û Edinburghê jî xwenîşandan pêk hatine. Li gorî nûçeya BBCyê roja şemiyê di dema çalakiyan de 14 kes hatine desteserkirin.
Derbarê Edward Colstonî de
Li ser navê Royal African Company-yê afrîkî direvandin û ew difirot. Qral Jamesê 2yem ev şîrket ji bo bazirganiya koleyan ava kiribû.
Li gorî nûçeya rojnameya Guardianê di navbera salên 1672-1689an de zêdetirî 100 hezar afrîkayiyê rojavayî bi darê zorê li keştiyan siwar kirine û ew birine parzemîna Amerîkayê. Di dema vê rêwîtiya ku nêzîkî 2 mehan di domand de bi hezaran afrîkî ji ber birçîbûnê, îşkence, nexweşiyan dimirin an jî dihatin kuştin.
Colston beriya ku bimire bûye parlamenter û ji kirîn û firotina koleyan gelek pere dane ser hev. Navê wî li gelek kolan û avahiyên Bristolê danîne û ev hîna jî berdewam dike.
Peykerê tuncî yê 5 mitro û nîv bilind bû, di sala 1895an de hatiye danîn. Bi salan e niştecihên Bristolê bertek nîşanî peyker didan û ji bo bêrakirin kampanyayên îmzeyan li dar dixistin. Lê bersiva van hewldanan nehatibû dayîn. (AS/FD)