Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Rîo de Janerîo, eyaleta Brezîlyayê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirine derketiye 171an.
Waliyê eyaletê Claûdîo Castro diyar kiribû ku herêm ji sala 1932an û vir ve bi barana herî zêde re rû bi rû maye.
Hatiye ragihandin ku ji ber hezaz û lehiyê 126 kes wenda ne û 856 kes jî di stargehan de ne.
Şaredariya Petropolîsê bang li welatiyên herêmê kiriye ku ji ber xebatên paqijkirina kolanan ji malên xwe dernekevin.
Di 15ê Sibatê de li Petropolîsê, herêma çiyayî ya Rîo de Janeîroyê ji ber barana zêde hezaz û lehî rabûbû.
Li wî bajarî di sala 2011an de ji ber lehiyê ji 900 zêdetir kes miribû. Her weha ji 100î zedetir kes jî wenda bûbû.
(AO/AY)